Rêziknameya

 Rêziknameya komela mafên mirovan Li herêma Cizîrê

 

Xal – 1

A – navê komela: komela Mafên Mirovan (herêma Cizîrê)

B – navenda wê : bajarê Qamişlo

C – sembol wê : goka zemînê, kevok, şaxeke zeytûnê  tev kurtenav û dîroka damezirandinê  KMM 2013 tev navê rêxistinê bi zimanê Kurdî, Erebî, û Ingilîzî.

Ç – pênasiya komela: komelake karê parastin û azadkirina mafên mirovan yên bingehî dike , wek mafê jiyanê, û mafên kesayetî, sivîl, civak, netew, yasa, siyasî,çand,raman,ol, û aborî .

Bingeha xwe ya bîrwerî ji nimûneya civaka demokratîk, êkolojik,û azadiya Jinê digre, bê cûdahiya di nav zayend, nejad, reng, çand, ziman, ol, raman, û bawerî .

-bingeha karê xwe ji belgeyên Netewên yekgirtî digre, û kar dike li ser misogerkirina mafên mirovan di belgenameya hevpemana civakî de ya fedraliya bakurê Sûrî, û karê xwe li ser vê bingehê bi rêdixe.

– ew rêxistinek fedekar , serbixwe, û demokratîke . ne girêdayî bi ti dewlet, hikûmet, û partiyên siyasî ve .

– xwe li ser asta herêma Cizîrê rêxistin dike, û di kare nûnergehên xwe li  hundir û derveyî herêmê veke .

Xal -2:

a-Armanc û Rêgezên  komelê: Armanc ûRêgezên komelaê parastina mafên mirovan û azadiyên bingehîn.

1 –parastin û Belavkirina  azadî û mafên mirovan yên bingehîn di civakê de, û dijî destdirêjiyan bi awayekî yasayî Disekine .

2 – şopandina bûyer û mijarên girêdayî Binpêkirina mafên mirovan û gihandina armancê ji aliyên têkildar re, û bê belavkirin ji raya giştî re.

3 – karê dijî hemû şêwên nejadperestî : ( çand, ziman, zayend, netew, ol ,û mezhebî.) û xebatên dijî astengên ku dikevin pêşiya belavkirina ramanen mafên mirovan de.

4 – parastina mafên Jinê , û parêzkirina rûmeta wê dijî tûndkirina wê. Sekinandina dijî feraseta mêranî ya ku ji cih û rêzgirtina wê dadixîne .

5 – parastina mafê fêrbûnê bi zimanê Dayikê ji her kesê re.

6 – parastina mafên zarokan li gorî belgenameya Netewên yekbûyî , piştevaniya wê wek bingeha kar ji xwe re digre.

7 – sekinandina li dijî hemû sezeyên kuştin û tunekirinê(îdam).

8 – sekinandina dijî hemû şêwên tûnd, zor, û îşkncê li her derê û di Bin Her şert ûmerci de .

9- komele li her cihê û di her Şert û mercî di Xebite, ji bo pêk anîna dadgehkirin û parêzvaniyek dadmendî ji  her kesî re .

10 – parêzkirina azadiya raman û baweriyê , lê mercê ku ew nebin sedema berhevdanî (ewanî, fitne) û dilreşiyê .

11 – sekinandina dijî cengan û artêşkirinê li her derê, û parêzkirina rêgezên aşitiyê.

12- parastina mafê gelên bindest di çarenivîsa wan de .

D – karên ku komela pê radibe :

1-çavdêriya hemû pirsgirêkên mafên mirovan û binpêkirinên ku tên kirin û gihandina Encaman ji aliyên têkildar û raya gişt re.

2-şopandina lêkolînên zanistî di mijarên mafên mirovan de, û çavdêriya pêşxistinên ku di vî alî de bi kar tê û ji raya giştî belav bibe . û ji bo pêk anîna vê yek dê navendên lêkolînan vedike.

3- komele (civînên ragihandî,mîtîng , Bi Endamê xwe Redike Çê wû (Semînara) ji her kesên civakê re li dardixîne.

4 –parastina rûmeta mirovahiyê ya girtî, û binçavkiriyan bê cûdahiya ( nejad, reng, zayend, ziman, ol, nerînên siyasî, bawerî, û temen ) . ji bo vê yekê bi cî bike , lêkolîn û vedîtinan dike. Û encman digihîne raya giştî .

5 – komele têkiliya bi komelên xwecihî û yên navnetewî re li dardixe.yên ku xwestekên wan yên girêdayî mafên mirovan, ne ye

Xal – 4 : Komîteyên Komlê:

= komîta Çavdêr û Lêkolînê: karê wê.

  • Şopandina Rastiyan û lêkolîn Kirina Sedemê Çêbûna Sûcan .
  • Gavdêrya Rewşa Girtiyan ji aliyê Xwarin û tendoristî re û Pêşnyar Kirina Çareserkirina Mijarên Asteng .
  • Karê ji bo tûnekirina Binçav Kirin û girtina ne yasa .
  • Lêvegera dadgehan û Sersekinandina Dozên Cîna î .
  • Karê ji bo lêpirsîneke Dadmendî ji hemû Sûncan re .
  • Amade Kirina Semînerên Dijî Sûcan ( tewan Kar )
  • Komîta Malî : Herî Kêm ji 3 Kesan be , Karê wê :
  • Destgirtina Tomarên ( Sicil ) Diravên kû dikevin ( Sendoqê ) û yên Derdikeve .
  • Lê Kolînkirina li ser Awayên Zêdekirina Diravên (Sendoqê) ji bo bi Karanîna Çala Kiyên Kû komele pê Radibe ji Aliyê Gelerê , Beşdarbûnê Kesan , Saziyên Sivîl û Çalakvanên Mafê Mirov bê bend ûmerec .
  • Avakirina Projeyên vehilbirîn , ji bo destek dayîna Komelê bi diravên  Gerek .
  • Vê komîtê û bi Erêkirina Rêveberiyê Dikare Dana Diravî bike lê di mercê ku Nekeve Astengiya darayî û li gorî Derfetên Komelê be .
  • Komîta Ragihndinê :
  • Amadekirina Belavok û Bernamên kû Xizmeta Hedef û Armancê komelê dike.
  • Derxistina Daxvyaniyan li gor Bûyerên ku nû Derdikeve .
  • Alîkariya Endama ta ku Bikevin Perwerdeya Ragihndinê û Çapemeniyê .
  • Derxistina Kovareke Werzî li ser Mafê Mirovan li gor Derfetên Xwe .

-Têbinî : Meclisa Rêveber ya komelê Dikare Komîteyên nû Tevlî bike yan Hinek Komîteyan Rajê li gorî Pêwîstiya Kar jê re .

 

Xal – 5 : Endamê We :

  • Ji ( 9 ) endaman Pêk tê û ji wan ( 2 ) hevserok ji nav Wen Derdikeve .
  • Kar û erkên Rêveberiyê :
  • Li Xwe girtina bicîkirina Rêgaz ,Armancên Komelê Dana Biryaran û Şopandina bi Karanîna Wan
  • Rêveber Hevserokên Komelê ji Herdû Zayendan û Komîteyan din Hilbijêre .
  • Parêzkirina Belge , Dosya û Siclên Komelê Di navenda Komelê de .
  • Li Darxistina civîna mehane û tekmîlên Heftane .
  • Serdana Rêxistinên Mafê mirov yên herêmî û navnetewî li gorî beramakî berê amade bûye .
  • Kar û Erkên Hevserokan :
  • Henserok Karin bi Navê komelê Daxwiyaniya Bidin û nûnertiya komelê di her Mûnasebe û şahiya Dike .
  • Bi Rêveberina Civênan û Seknandina Ser Biryarên jê Daerdkeve.
  • Xurtkirina Peywendiyan bi Hemû Saziyên Rêveberiya Xweser

Xal – 6 : Şert û Mercên Endam tiyê :

  • Devê ji milê Qanûnî û yê Civakî Qebûl Kirî be û ti Sûc Nekiri be
  • Endametî Nabe ji Kesê Kêmî (18 Salî ) re .
  • Pejrandina Zagon û Rêziknameya Komelê .
  • Devê Karê Dijî Pergala Hevpeymana Civakî û Federesyona Bkûrê Sûrî neke .
  • Devê Erka Xwe Parastinê Bi Dawî Kiribe , Anjî Efû Kirîbe yan Paşxistî be .
  • Kesên Piştî Derkrtina Zagona Meclisa Zagonsaz ya Qedexekirina Pirkirina Jinan Dû jin Yan Zêdetir Nekiri be .

Xal – 7 : Ketina Ji Endamtiyê :

  • Yê kû li dijî armanc û Rîziknamê komelê Derkeve yan Rêgez Bighînin komelê
  • Daxwaza Derketinê bi Rengekê Nivîskî Hilde Ji Rêveberiyê re .
  • Ketina Yek ji Şert û mercê endamtiyê .
  • Bikaranîna Ciyê Xwe di komelê de ji menfeet û bercewendiyên Şexsî .
  • Netevlî Bûna Civîana yan Çalakiyan ( 3 ) Caran li dû hev bê Destor
  • Ne Dana endmtiya Xwe ya Mehana 3 Mehan li dû hev Piştî Agahdar Kirina Wî