Ev şeş sal in li ser komkujiya Roboskiyê re derbas dibin

Ev şeş sal in li ser komkujiya Roboskiyê re derbas dibin , ew gundê kurdî yê girêdayî navçeya Qilebanê li eyaleta Şirnexê ye ku di 28’ê berfanbara sala 2011’an de ji aliyê çekên ezmanî yên dewleta Tirk ve hat bombebarankirin û di encamê de , piraniya wan zarok ,34 sivîlên Kurd jiyana xwe dest dan . Ev komkujî rastî gelek nerazîbûnên mirovî I aliyên cuda yên mafperweriyê hat , lê bê ku ti berteke navnetweyî ma . Van rêxistinên mafperwer dosyaya vê komkujiyê ji dadgeha mafê mirovan a Ewrûpayê re a ku wê jî şermezar kir hildan , lê ev komkujî bê ti hesabekî sûcdarî derbas bû . Em wek komeleya mafê mirovan li Cizîrê , dema ku em vê komkujiyê şermezar dikin , em pê re daxwaza hesabxwestinê ji yê ev tişt kirine re dikin û radestî dadgeha sûcê navdewletî werin kirin û li pêşiya çavên tevahiya cîhanê werin diyarkirin , da ku bibe astengek û van rengên kokujiyan derheqê gelê sivîl de tune bibin .

اضف رد

لن يتم نشر البريد الإلكتروني . الحقول المطلوبة مشار لها بـ *

*