Rapora di derbarê pêngava belgekirina binpêkirinên dewleta tirk di warê mafê mirovan û zêdegaviyên li ser sînorê bakurê sûriyê

Rapora di derbarê pêngava belgekirina binpêkirinên dewleta tirk di warê mafê mirovan û zêdegaviyên li ser sînorê bakurê sûriyê.

Dijwarî û aloziya berjewendiyên xwecihî, herêmî û navneteweyî yên li rojhilata navîn, şerekî bi xwîn ji çend salan de li Sûriyê derxist holê û rûxandineke mezin di binxane arziyên giştî û taybet de çêkir. Her wiha bi hezaran kuştî, birîndar, windahî, û bi milyonan koçber û penaber ji sivîlên Sûrî bûne qurbana vî şerî.

Ev kawosa bê sînor di rojhilata navîn de ku sedema wê pişaftina nakokiyên herêmî û navneteweyî ye. Ev yek bû sedem ku xwîna Sûrî, sererd û binerdê wê rewa be ji bo her kesê ku xwe bihêz dibîne, ji bona tolvedanekî an jî gihiştina henek qezencan .

Ev yek jî bi rengekî işkere di zêdegaviyên ku dewleta tirk li seranserî Rojava û bakursê sûriyê dide meşandin bi rengekî ber bi çav xuyadike. Ji ber ku dewleta tirk di bin navê parastina sînorên xwe de, hemû rengên zêdegaviyên dij mirovî û bê ku tu pîvanên mafê mirovan û peymanên navnetewî û xweseriya dewletan li ber çavan bigre dide meşandin. Êrîş û zêdegaviyên ku dewleta tirk dide meşandin gihiştiye asta ku li ser dewletên cîran û yên xweser û serbixwe êrîşên çekdarî pêkbîne. Ji ber vê yekê êrîşên dewleta tirk yên di dema dawiyê de li ser Rojava û bakurê sûriyê û destdirêj û destwerdana di nava kar û barê hindirîn yên dewleteke din de, di heman demê de binpêkirina fermiyeta hemû peyman û pîvanên navdewletî û mirovî û hevpeymana neteweyên yekbûyî. Yek ji van peymanan biryara (2131) berfanbara 1965 a derbara ragihandina nerewabûna destwerdanê di karûbarên dewletan de û parastina serwerî û serxwebûna wan, her wiha biryara (2625) cotmeha 1970 a derbara ragihandina binerêyên yasaya navneteweyî a girêdayî bi têkiliyên baş û hevkariya di navbera dewletan de li ser bingeha hevpeymana neteweyên yekbûyî de, ku pêbendbûna bicihanîna van binerêyan bi şêweyê herî baş di nava civaka navneteweyî de û nivîsandin û pêşxistina wan dikare armancên neteweyên yekbûyî pêk bîne, her wiha biryara (2734) berfanbara 1970 a derbara ragihandina taybet bi çespandina ewlehiya navneteweyî û vexwendina ji bo sûdgirtina giştî ji alav û navgînên ku hevpeyman wan belî dike ji bo yekalîkirina her nakokî yan hewldana ku aştî û ewlehiya navneteweyî dixe metirsiyê. Her wiha biryara (3314) sala 1974 a derbara danasîna dijminahiyê, ku mada 1em wateya wê wiha dide diyar kirin. Ango bikaranîna hêza çekdarî ji aliyê dewletekê ve li dijî serweriya sewleteke din de yan li dij aramiya wêya herêmî yan çewsandina wê weke dijminahî tê nasîn û biryara 9/39/103 berfanbara 1981 a derbara ragihandina nerewabûna hemû rengan destwerdana di karûbarên hundirîn yên dewletan de.

Em jî weke rêxistina mafê mirovan, erka xwe dibînin ku binpêkirinên li dijî mirovan belge bikin û ji bo raya giştî a naveteweyî ragihînin, taku hemû saziyên navneteweyî bi erkên xwe yên dîrokî rabin ji bo qedexekirina destdirêjiyê û parastina mafan.

Ji 3/1/2017an de rêxstinê pêngava belgekirina binpêkirina mafên mirovan ji milê deweta tirk ve li seranserî xeta sînorê bakurê sûriyê daye destpêkirin.

Pêngav li ser giliyên welatiyên ku ziyan ji kiryarênn dewleta tirk dîtine destpêkir û yên ku di sala 2016an de zêde bûn. Di nava binpêkirinan de bûyerên birîndarkirin û kuştina sivîlan di dema hebûna wan di nava zeviyên xwe de li nêzî xeta sînor bi dewleta tirk re. Her wiha şewtandina berên çandinî û malan û qutkirina hezarê daran û jinavbirina alavên wan ên çandiniyê û ziyanên mezin gihandine wan. Weke din desteserkirina rûberên fireh ji zeviên cotkaran û malên wan û hin deverên şûnewarî mîna: pira şûnewarî ya romanî li Dêrikê û tevlîkirina wê ji xaka di bin desthiatiya dewleta tirk de. Her wiha avakirina dîwarê navbir li ser, bi bihaneya ji nûve nexşandina sînor û bi vê yekê binpêkirina rêkeftina navneteweyî ya di navbera Sûriye û Tirkiye di 22/10/1986an hatî danîn. Ji bilî  rewşa aloz a ku niştecihên li ser xeta sînor jiyan dikin û dibine armenca guleyên leşkerê tirk û nahêlin ku di zeviyên xwe de bixebitin û bi serbestî di malên xwe de tevbigerin. Mîna gundê Zormixar yê Kobanê û gelek gundên ser sînor rûdayîn.

Em ji bo encam û serjimariyên ku pêngav ta dîroka amadekrina vê raporê gihiştê ye, tînin ziman, ku her sê kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê digre nav xwe.

Pêngavê li Kantona Cizîrê ji gundê Eyndîwar ê yê girêdayî eyaleta Dêrikê ta gundê Umelcurin li eyaleta Serêkaniyê destpê kir. Li gorî vê yekê destdirêjî li 84 gundan li gor 695 giliyên derbara desteserkirina li ser zeviyên çandiniyê bi rûbera 22406 donim hatin çespandin, xwediyê giliyan jî bi belgeyên ku pêşkêş kirin ev yek piştrast kirin û me jî serjimariyeke hûrandî pê amade kir.

Her wiha hejmara kuştî û birîndarên ku bi dest leşkerên tirk ên parêzvanên sînor ketine hate çespandin û hejmara wan jî gihişte 43 kesan û li gorî vê yekê jî serjimariyeke hûrandî pê hate amade kirin. Tevî  amedekirina serjimariyeke taybet bi ziyanên madî, ew jî ev in:

78 gilî derbara şewtandina zeviyên çandiniyê û rûxandina malan û qutkirina  daran û jinavbirina alavên çandiniyê.

Pêngava belgekirina binpêkirinan li Kantona Kobanê ji 6/2/2017 ta 20/4/2017an dewam kir.

Ku bajarê Girê Spî û gundên girêdayî wê û bajarê Kobanê û gundewarê li ser xeta rojhilat û rojavayê bajêr. Li gorî vê yekê  li 28 gund û bajarî, ji gundê Ebû kebir ta gundê Zormixar li ser çemê Firatê, 362 gilî hatin çespandin, li gel piştrastkirina wan gilîyan bi rêya belgeyên ku xwediyê wan ew diyar kirine.

4626.1 donim rûbera zeviyên ku hatine desteserkirin.

6 bîrên avê

1143 hejmara darên ku hatine birîn  û desteserkirin.

71 kuştî û birîndar.

Her wiha bûyerên derbasbûna leşgerên tirk û bi zora çekdarî bêtir ji carekê li çendîn deveran, ji nava xaka Sûriyê hate belgekirin. Li gorî vê yekê û bi çavdêrin ku bi ser jimariyên hatine berhevkirin nexşeyeke diyardayînê hatiye amadekirin. Her wiha pêngav li Kantona Efrîn berdewam e ji bo belgekirina binpêkirinên dewleta tirk li seranserê xeta sînor û Hate Amedekirin ji aliyê Komela Mafên Mirovan Ya Efrînê û Serjimarî Bi Vî Rengî Ye .

Serjimariya kantona Efrînê

Hejmara gundan:15

Hejmara giliyan:400

Rûber:600

Hejmara kuştiyan:72

Hejmara daran:12000

Hejmara birîndaran:140

Serjimariya giîtşî ya binpêkirinên belgekirî ku hatiye amadekirin wiha ye: 1457 giliyên tomar kirî ji 129 gundî li kantonên Cizîrê û Kobanê û Efrînê, ku tê de 27633.1 donim ji zeviyan ji aliyê deweta tirk ve hatine desteserkirin. Her wiha 356 bûyerên birîndarkirin û kuştina sivîlan hate belgekirin, û 13311 gilî derbara ziyanên madî û serjimariyeke hûrandî sebaret giliyên navborî jî di destê me de heye.

Em weku rêxistineke yasayî van hemû destdirêjî û binpêkirinên li ser serweriya xaka Sûriya serbixwe û welatiyên sivîl şermezar dikin. Her weha em pêwîstî dibînin ku bicihanîna binerêya nedestwerdanê di nava karûbarên hundirîn yên dewletên din ku xwedî serwerî û yasane li gor girêbest û zagonên di hevpeymana neteweyên yekbûyî yên ku li jorê hatine destnîşankirin pêkwere.

Em daxwaz ji civaka navdewletî û civata mafên mirovan ya navneteweyî dikin ta berpirsiyartiya xwe li beramber van binpêkirinan û tawanên li dijî welatiyên Sûrî pêk bînin, û fişarê li hikûmeta tirkiyê bikin ta dawî li van zêdegaviyan bîne û sizadana tawanbaran û bi rengekî hîn çalaktir erkê xwe bi cî bîne.

Li beramberî rewşa xeternak ya ku li seranserî rojhilata navîn û sûriyê tê jiyankirin, em bang li hemû rêxistinên herêmî, navneteweyî, desteyên hikumî û nehikumî dikin ta ku  erkên dikevin ser milê wan bi cî bînin.

Em wekû rêxistineke parastina mafê mirovan dê belgekirina van binpêkirinan û lêkolandina wan ji aliyê yasayî ve biomînin, ta mafê hemû ziranmendan bixwazin li gor yasaya navneteweyî.

 

 

komela Mafên Mirovan

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

*