Danezana ji aliyê Komela Mafên Mirovan li Cizîrê

Roja çarşemê 23 Tebaxê wekî roja cîhanî ya qurbaniyên koletiyê û bazirganiya koleyan di riya Atlantîk re tê bibîranîn, ku binpêkirinên mezintirîn ên mafên mirovan di dirêjahiya dîroka mirovahiyê de ne, ji ber ko ev temenê wê 400 salî dom kir û hejmara qurbaniyên wê gihaşte 17 melyon mirov, her wiha ev bazirganî ji rûreşiyên herî giran in di dîroka mirovahiyê de ku wijdanê hemû gelên cîhanê dihejîne û dêşîne.

 

Komela mafên mirovan li Cizîrê dema vê boneya ku qonaxeke reş di dîroka mirovahiyêde ye bi bîr tîne û girîngiya vê bîranînê destnîşan dike û bi taybet di vê rewşa vegerîna bûyerên nû yên bazirganiya koleyên çermspî û koletiya nû ya di riya kiryarên rêxistina tê binavkirin Daiş ku pêk tên, bi taybet derbarê Êzîdiyan ên ku ew niştecihên herî kevnin di Mezopotamya û Rojhilata Navîn de, her wiha xwediyê ola herî kev in di dîroka mirovahiyê de.

 

Piştî bajarê Mûsilê ket bin destê Daişê û di roja 3 Tebaxa 2014an bajarên Êzîdiyan li Şengalê / li Îraqê / beramberî êrîşeke hovane ji aliyê endamên Daişê ve bû. Di vê êrîşê de derheqê şêniyên sivîl ên Êzîdî de komkojî herî xerab pêk anîn, ku tên rêzkirin (tesnîfkirin) weke sûcên li dijî mirovatiyê û zêdeyî 3.000 sivîl hatin kuştin, ji wan zarok û jinên ku hatin serjêkirin bi awayekî hovane û hin ji wan bi saxî ketin gorê. Bi dehan keçên Êzîdiyan xwe kuştin, ji tirsa ku bikevin destê endamê vê rêxistinê, her wiha  5.000 Êzîdî hetin revandin û piraniya wan çarenûsa wan nehatiye naskirin û zêdeyî 400.000 ji wan bêmal bûn, bi dehan jiyana xwe ji dest dan di bin roka havînî de xwas û birçî û tî bûn

Ji aliyekî din ve 1.500 jinên Êzîdî dest avêtin namûsa wan (hatin tecawizkirin) û zêdeyî 1.000 jên û 2.000 zarok û mêr li bazarên Îraq , Sûriyê û dewletan herêmî hatin firotin, ku hikûmetên dewletên ev binpêkirin li ser xaka wan pêk hat,  Bê Deng Man derbarê mafê mirovahiyê û azadiya wê de, li aliyekî din Bê Dengiya civaka navnetewî û saziyên wê yên mafsazî û mirovî ji bo van binpêkirinên rêgezên Neteweyên Yekbûyî (NY), ragihandina cîhanî ya mafên mirovan a sala 1948an, peymana taybet bi koletiyê li Cenevê 25 Îlona 1926an û bendên peymana berdewamkirina wê ya sala 1956an a taybet bi Qedexekirina (iptal) koletiyê, bi awayekî teybet di xala /3/ de ku dibêje: (veguhestina koleyan ji welatekî bibin welatekî din bi çi rengî yan hewldana veguhestinê yan jî beşdarî di vê veguhestinê de weke sûcekî tawankarî ye digel zagonên dewletên vê hevpeymanê de û kesên tawanbar dibin vê sûcê dê Cezayên giran li wan bar bibin).

 

Em jî di rêxistina mafên mirovan de li Cizîrê û bi beşdariya grûpekê ji sazî û rêxistinên sivîl ên cîgayî, herêmî û navdewletî ku li ser vê danezanê îmza kirine; dibînin ku azadî mafê hemû mirovan e di dema zayîna xwe de bi dest dixe; lewma ji baweriya me bi rûmeta mirov û nirêxê wî, em hemû êrîşên li ser gelê Êzîdî li Şengalê şermezar dikin û em dengê xwe tevlî dengê komîteya mafên mirovan li Neteweyên Yekbûyî dikin, ku ev sûc weke jenosîdê  ye û binpêkirineke ji hemû hevpeyman û lihevkirinên navnetewî re. Her wiha em doz dikin ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên wê ku roja 3 Tebaxê anku roja êrîşa li ser Şengalê, bibe rojeke cîhanî ku ji aliyê hemû mirovahiyê ve ev jenosîda  Êzîdiyan û Heqareta Ku Nayê efûkirin li hemberî zarok jin û zilaman hatî kirin. Her wiha em doza avakirina komîteyeke navnetewî ji bo despêkirina lêpirsînê derheqê hemû kesên beşdarî vê trajediya mirovî bûye û kesên pêk anîne, bûne serê sebeban û beşdarî wê bûne, bên şandin ji dadgeha sûcên navnetewî da ku bên Cezakirin û ev sûcê giran bi hemû ziraviyê xwe û kesên pê rabûne werin naskirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

*